PDK û YNK îro ji bo hikûmeta nû dicivin
PeyamaKurd - Mektebên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) îro 11ê Kanûnê li Hewlêrê dicivin.
Hat zanîn ku dê herdu partiyên sereke yên Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û karên hevbeş li Bexdayê gotûbêjê bikin.
PDKê hefteya borî li Silêmaniyê danûstandinên bo pêkanîna hikûmeta nû dabûn destpêkirin û ligel YNK û Tevgera Goran civiyabû.
Tê çaverêkirin PDKya ku wekî partiya yekemîn a Kurdistanê di hilbijartinên 30yê Îlonê de derketiye, ji bo xebatên kabîneya hikûmeta nû ya Kurdistanê lezê bide xebatên xwe û bi partiyên siyasî re gereke din a hevdîtinan bide destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, PDKê berbijêrên xwe yên Seroktî û Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê çendek berê ragihandibû ku Mesûr Barzanî wekî kandîdê serokwezîr, Nêçîrvan Barzanî jî wekî kandîdê seroktiya Kurdistanê destnîşankiribûn.