Kurdistan
'PDK û YNK sibe peymanê îmze dikin'
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) sibe(05.05.2019) peymana lihevkirina hikûmetê îmze dikin.
Endamê Polîtburoya PDKê Mustafa Çavreş derbarê mijarê de ji medya Kurdsitanê re axiviye û diyar kiriye ku sibe PDKû YNKê hevdîtinekê pêk tînin:
“Sibe şandek bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtburoya YNKê dike.”
Çavreş ragihand ku sibeherdu partî peymana dawî ya rêkeftinê îmze dikin. Şanda PDKê paşê jî wê serdana Tevgera Goranê bike.
Berdevkê PDKê Mehmûd Muhammed hefteya borî aşkere kiribû ku peymana ku berê îmze kirine siyasî bûye lê peymana ku vê hefteyê were îmzekirin dê li ser hevbeşiya postên kabîneya nû be.