PDK, YNK û Goran li demeke nêz civîna sêalî lidar dixin
PeyamaKurd – Piştî civîna îro ya navbera polîtburoya PDKê û Xaneya Raperandin a Tevgera Goran li ser naveroka civînê daxuyanî hat dayîn.
Di civîna çapemeniyê ya berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran de naveroka civîna wan ya îro eşkere kirin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civîna îro de behsa hilbijartin, Kerkûk û rewşa navçeyên ku piştî 16ê Cotmeha 2017an hatine dagîrkirin hatin guftûgokirin.
Mehmûd Mihemed ragihand: “Li pêş me civîneke sêalî di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de bo guftûgokirina pirsên hevbeş heye.”
Endamê şandeya Tevgera Goran Aras Welî jî di da xuyakirin ku kar ji bo serkeftina kabîneya nû ya Hikûmetê dikin bo hemwelatî jê sûdê bibînin.
Aras Welî got, “Hêvîdarin civîna sêalî ya me, YNK û PDKê di zûtirîn dem de bê kirin.”
Serokê Tevgera Goran piştî kabîneya hikûmetê serdana PDKê kiriuuuujjjjjvv