Kurdistan
PDKê bi wergirtina 33 kursiyan encamên fermî yên hilbijartinê pejirand
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye pejirand.
Berpirsê beşa yasayî li saziya hilbijartinê ya PDKê Hawar Mihemed derbarê encaman de got ku bi rêya 26 gilî û dozvekirinê bi hezaran deng û kursiyên PDKê li parêzgeha Nînowa paşde hatine vegerandin.
Hawar Mihemed destnîşan kir: “PDK encamên hilbijartinê dipejirîne û kariye 33 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidest bixe.”