TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê derbarê tohmetên li ser Pêsmerge daxuyaniyek da

📅 18 mijdar 2019 17:30

PeyamaKurd - Meketeba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê têkelkirina navê Pêşmerge bi xwenîşandanên Îraqê daxuyaniyeke belav kir.

Mekteba Siyasî ya PDKê îro Duşemê (18.11.2019) derbarê îdiayan de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û da zanîn ku li dijî Pêşmerge propagandayên jehirdayî tene belavkirin.

Deqa daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê wiha ye:

Hinek aliyên ku ji bo tunekirina aştiya civakî û seqamgeriya welat dixebitin, li dijî Pêşmerge propagandeyên jeherdayî belav dikin. Pişkek ji xelkên Îraqê bi rê ya xwenîşandanan daxwazkirina mafên xwe di çarçoveya nasnameya hemwelatîbûnê û ji bo baştirkirina kawdanên niha yên Îraqê, mafekê perew dikin ku destûrê ji wan re desteber kiriye.

‘Li dijî Pêşmege propagandayên jehirdayî belav dikin’

Me di PDKyê de rêz û pêzanîn heye bo hemû hewil û xebatên xelkê aştîxwaz ji tevaya dax û tiwîjan ku di qada xwenîşandanan de civîyane. Me bi pêwîst zanî, xûşk û birayên xwe  ku xwedî mafên destûrî ne, agahdar bikîn, ku ji hewlên hinek xelkê serşêwyayî yên têkder hayedar bin ku kar dikin bo ji navbirin û têkdana aştîya civakî û duristkirina metirsîyê li ser selametîya welat, li dijî Pêşmege propagandayan jehirdayî belav dikin bi rê ya têkelkirina navê birayên hewe yên Pêşmerge  bi berpirsyartîyê ji wan mijarên ku di xwenîşandanan rûdan e.

‘Pêşmerge bi dirêjahîya dîroka xwe ya dûr û dirêj a nîştîmanî ve bo tevahiya Îraqiyan bûye metal’

Pêşmerge bi dirêjahiya dîroka xwe ya dûr û dirêja nîştîmanî ve bo tevahia Îraqiyan bûye metal û pêkve  parastine û bi şehîdên xwe yê serbilind ve qurbanî û emekdarî pêşkeşkiriye da ku gelê Îraqê bi tavahiya pêkhateyên xwe ve, di pêşenga gelên azadîxwaz û pêşketinxwaz de be.

‘Hêza Pêşmerge pişkeke ji sîstema berevaniya Îraqê û birayên hewe ne’

Hêza Pêşmerge pişkeke ji sîstema berevaniya Îraqê û birayên hewe ne. Pêşmerge gelek ji wê yekê dûre ku bi vajîya wîjdan û xwazeka welat nav û rêbaza wî bê lekedarkirin û şêwandin.

Lew dijmin û neyarên yekrêziya nîştîmanî bi armanca têkbirina pêvajoya rûdanan û bo xizmetkirina berjewendîyên gumanawî yên wan, hewla bexşîna tohmetên derewîn didin. Em jî peyman didin, ku gelê me bi hemû hêzên xwe ve, bo berengarbûna hemû ewên hewla têkdana rêza nîştîmanî didin, di amadebaşiyê de bîn.

Parve bike: