TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê derdora 27 kursî li Herêma Kurdistanê garantî kir

Admin L
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2021 14:37

PeyamaKurd –  Li gorî PDKê, partiya wan li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî derdora 27 kursî garantî kiriye.

Li gorî pêşbîniyan, PDKê li Hewlêrê 8 kursî, li Duhokê 9 kursî, li Silêmaniyê kursiyek, li Kerkûkê 2 kursî û li Mûsilê jî 6-7 kursiyên parlementoya Iraqê misoger kiriye.

PDK dixwaze li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî çend kursiyan bi dest bixe.

Heşt kandîdên PDKê li parêzgeha Neynewa bi ser ketine. Li gorî amarên ne fermî, ew kandîdên PDKê yên ku li Neynewa bi ser ketine, ev in:

Mehma Xelîl, Viyan Dexîl, Macid Şingalî, Îbrahîm Qebo, Kavîn Mizûrî, Îxlas Dilêmî, Şêrwan Dûberdanî, Tuhme Lihêbî.

Parve bike: