PDKê ji YNKê re got êdî di nav xwe de li hev bikin
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê Bilind Îsmaîl daxuyakirin ku YNK ji ber di nava xwe de li hev nake xwe nêzîkî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê nake û bang li YNKê kir di nava xwe de li ser postan li hev bikin.
Berpirsê PDKê yê Liqa 16an a PDKê Bilind Îsmaîl got, “Piştî civîna YNKê û PDKê, biraderên YNKê daxwaza 6 wezaretan kiribûn. Lê belê ji bo wan 5 wezîr hatibûn terxankirin. YNKê daxwaza xwe arasteyî Serok Barzanî kiriye. Helbet em ê ligel YNKê li hev bikin. Ew prose ji ber YNKê heta niha hatiye derengxistin. Kêşe ew e ku YNK di navbera xwe de li ser postan li hev nake.”
Îsmaîl da zanîn ku karîgeriya negatif a rewşa navxwe ya YNKê li ser avanekirina hikûmetê heye û wiha axivî: “Mixabin hizbek wiha lê hatiye ku di nava xwe de nikare li ser postekê yan 2 postan li hev bike. Divê YNK di nava xwe de li ser postan li hev bike. Rêkeftina PDK û YNKê di berjewendiya milletê kurd de ye.”