Kurdistan
PDKê li ser projeya reforman biryara xwe ya dawî da
PeyamaKurd - Frakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) birîyara xwe da ku divê projeyasaya çaksazîyê bê pesindkirin.
Serokê Frakisyona PDKê Ûmêd Xoşnaw ragihand ku berî destpêkirina civîna Perlemana Kurdistanê frakisyona PDKê civîna xwe kiriye û biryara xwe daye.
Xoşnav da zanîn, nêrîna PDKê ew e ku projeya çaksazîyê divê bê pesendkirin û sazişê jî li ser nakin.
Serokê Fraksiyona PDKê herwiha got, karekî dê bikin daku dadperwerî zêdetir bê çespandin û wîjadana xwe tenah bikin û berjwendîya Kurdistanê û xelkê wê li ser her tiştekê be.
PDKê ev biryara xwe dema ku Parlemana Kurdistanê di civînê de bû û yek ji mijarên civînê jî vexwîndina dûyem a bo projeyasaya çaksazîyê li ser xanenişînîya mûçe, dermale û bexşîn û îmtyaztên din.