TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2026 16:35

PeyamaKurd - Desteya Kargerî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi sedema wergirtina madelyaya herî bilind a rêzgirtina sivîl a Komara Îtalyayê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Desteya PDKê îro 9ê Tîrmehê ragihand, "Bi boneya pêşkêşkirina madelyaya herî bilind a rêzlêanîna sivîl a Komara Îtalyayê bo Nêçîrvan Barzanî, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ li cenabê wî û gelê xwe dikin."

PDKê de diyar kir, dayîna vê xelata navdewletî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nîşaneya pêgeh û bandora wî ya li ser asta navxweyî û navdewletî ye.

Mekteba Siyasî ya PDKê bal kişand ser girîngiya vê xelatê û destnîşan kir ku ev yek encama hewl û gavên Serokê Herêmê yên ji bo bihêzkirina dîplomasiya Herêma Kurdistanê, xurtkirina peywendiyên navdewletî û parastina nirxên hevbeş û çanda pêkvejiyanê ye.

Herwiha Desteya Kargerî ya PDKê kêfxweşiya xwe bi vê serkeftinê anî ziman û hêviya serkeftinê ji bo azmûna Herêma Kurdistanê xwest.

Parve bike: