TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê soza bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî dubare kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2026 09:56

PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 80emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser parastina destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Herêma Kurdistanê û Iraq ji alozî û şerên herêmî yên li derdorê dûr bikevin û nebin cihê bandora li ser ewlehiya cîranan.

Polîtburoya PDKê avakirina kabîneya dehem, aktîvkirina parlamentoyê û bihêzkirina yekrêziya niştimanî wekî gavên sereke yên qonaxa nû destnîşan kirin.

PDKê bîranîna 16ê Tebaxê wekî "karwanekî bêwestan ê têkoşînê yê li ser rêbaza Barzaniyê Nemir" bi nav kir û teqez kir ku wan her tim zimanê diyalogê ji xwe re kiriye bingeh.

Di peyamê de destê dostanî û hevkariyê dirêjî hemû aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin û hat diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî divê şêwazekî serdemiyane yê hikûmrandinê were meşandin.

Di dawiyê de, PDKê soza xwe ya ji bo gelê Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî bo parastina qewareya Herêmê nû kir û şehîdên Kurdistanê û kedkarên Pêşmerge bi rêz bîr anîn.

Parve bike: