TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKÎ wê ji PEyê daxwaz bike ku dosyeya qetilirina Qasimlo dîsa bê vekirin

📅 09 tîrmeh 2019 15:19

PeyamaKurd - Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina serokê berê yê PDKÎ Dr. Ebdulrehman Qasimlo ragihand, ewê li ber parlementoya Ewropa kom bibin û daxwaz bikin dosyeya qetilkirina Qasimlo dîsa bê vekirin

Aktîvîstê siyasî û berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, Kameran Resûlî ji BasNewsê re got, îro bi hezaran kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd, biyanî û Îranî dê li ber avahiya Parlementoya Ewropayê (PE) li bajarê Brûkselê kom bibin û terorîzma rêjîma îslamî ya Îranê şermezar bikin.

Kameran Resûlî her wiha got, armanca me ya serekî ji lidarxistina vê xwepêşandanê ew e ku dosyaya şehîd Qasimlo dîsa bê vekirin û ew ên ku destê wan di terora Qasimlo de hebûye, bên dadgehîkirin û cezakirin.

JI BO QASIMLO LI BRUKSELÊ MEŞEK TÊ LIDARXISTIN

Wî aktîvîstî da zanîn, ew ê saet 11.00an bi dema Ewropa ji navenda bajarê Brûkselê bimeşin û li ber avahiya parlementoya Ewropa kom bibin. Ew çalakî û merasim dê bi stran, peyamên siyasî û gotaran dest pê bike û hetanî saet 14:30 bidome.

JI PEyê TÊ XWESTIN KU DOSYEYA QQAIMLO JI NÛ VE BÊ VEKIRIN

Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Qasimlo anî ziman ku şandeka PDKÎ jî dê bi rayedarên parlementoya Ewropa re hevdîtin bikin û bi fermî daxwaz ji wan bikin dosyeya terorkirina Qasimlo aktîf bikin. Piştî xilasbûna çalakiya ber parlementoyê, dê konferansek jî were lidarxistin ku tê de derdora hezar kes beşdar dibin. Rewşenbîrên kurd, biyanî û Îranî dê peyvên xwe pêşkêş bikin, çend senatorên Amerîkî jî dê bi rêka vîdeoyê peyamên xwe bişînin konferansê.

QASIMLO DI SALA 1987AN DE LI VIYENAYÊ HAT ŞEHÎDKIRIN

Serokê berê yê PDKÎ, Ebdulrehman Qasimlo roja 13 Tîrmeha sala 1987 li paytexta Austriya, Viyenna, dema bi şandeka Îranî re di nav diyalogê de bû, ligel du hevalên xwe, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin şehîdkirin.

Dewleta Viyennayê, bi behaneya ku belgeyên pêwîst nînin, ew kesên ku ew êrişa pêk anîbûn, teslîmî Îranê kir û bi vî rengî dosyeya şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî hat girtin!

Parve bike: