TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKyê êrîsa li New Orleansê sermezar kir

Admin İ
Edîtor
📅 02 rêbendan 2025 18:26

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê, peyamek belav kir ji ber êrîşa terorîstane ku yekî bi kemyonekê xwe li nav wê girseyekê qelibandibû û di encamê de bûbû sedema qurbaniya 15 kesan û birîndarbûna 35 kesan, şeva sersalê li bajarê New Orleansê.

Di daxuyaniya Partiyê de ya li ser hesabê wê yê Xê weha hat gotin: 

“Em êrîşa terorê ya hovane ya li dijî sivîlan li New Orleans, DYE şermezar dikin. Em sersaxiyê ji hikûmet û gelê Amerîkayê û malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazin. Ev êrîş tîne bîra me ku DAIŞ hê jî metirsî ye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê, li binê vê peyama xwe, Konsulxaneya Giştî ya DYAyê ya li Hewlêra paytext jî destnîşan kir.

Parve bike: