TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Pêbendî armancên stratejîk ên gelê Kurdistanê bin"

📅 22 îlon 2018 23:52

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê civiya û di hevdîtinê de daxwaz ji wan kir ku li Bexda pêbendî armancên stratejîk ên gelê Kurdistanê bin.

Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê civiya.

Di destpêka civînê de Dr. Beşîr Xelîl Heddad Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê bi kurtî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û hevkêşeyên li nav Parlamentoya Iraqê û kar û çalakiyên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê ji bo Serok Barzanî diyar kir.

Her di vê civînê de Serok Barzanî di gotara xwe de destxweşî û pîrozbahiyê li Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê kir û ronahî jî xiste li ser girîngiya hilbijartinên Iraqê û serkeftina lîsta PDKê li vê hilbijartinê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e fraksiyona PDKê mînakeke bilind a akara siyasî bê û pêbend bin bi armancên stratejîk ên gelê Kurdistanê ku armanca stratejiya Partiya Demokrata Kurdistanê ne jî.

Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi têr û tije wan sedeman behs kir ku li qonaxa derbasbûyî da bûne sedema binpêkirina destûr û rêkkeftinan û nemana şeraket û serhildana kêşeyan.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser referandûm û rûdanên piştî referandûmê wê yekê dûpatkir ku hemwelatiyên Iraqê li vê hilbijartinê da wan dem û çavan siza da ku bi nêrîneke şoveniyane temaşa gelê Kurdistanê dikirin û dijayetiya mafên xelkê Kurdistanê dikirin.

Serok Barzanî balkişand li ser bihayên bilindên xebata gelê Kurdistanê kir ku tu demekî hêvî ji bo toqandin û karê terorê nebiriye û pêkvejiyanê parastiye û hîç demek jî rê nedaye ku nakokiya gelê Kurdistanê li gel hikûmetên Iraqê bibê nakokiya di navbera neteweyan. Her ji bo vê yekê da zanîn ku kûrtirkirina pêkvejiyanê yek ji erkên fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê ye li Parlamentoya Iraqê da.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pabendbûna bi her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiya di navbera pêkhatan li hukimraniyê de gelek kêşeyan çareser dike

Parve bike: