TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêgehên DAISê yên li çiyayê Hemrînê hatin bombebarankirin

Admin L
Nivîskar
📅 20 tebax 2022 19:57

PeyamaKurd – Pêgehên DAIŞê yên li çiyayê Hemrînê, ji aliyê balafirên şer ên Iraqê ve hatin bombebarankirin.

Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, îro Şemiyê 20ê Tebaxa 2022yan, veşargehên çekdarên DAIŞê li şikeftên rêzeçiyayên Hemrînê ji aliyê balafirên şer ên hêzên esmanî yên Iraqê ve hatin bombebarankirin.

Herwiha hat eşkerekirin, êrîşên esmanî ji bo piştevaniya hêzên bejahî yên Fermandariya Operasyonan a Diyalayê bûye û operasyon bi armanca têkbirina paşmahiyên DAIŞê li rêzeçiyayên Hemrînê didome.

Parve bike: