Kurdistan
Penaberekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê di deryayê de can da
PeyamaKurd – Penaberekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku dixwest ji Cezayîrê derbasî Îspanyayê bibe, bi noqbûna belema ku tê de bû re jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn, roja sêşemê 20ê Nîsanê ciwanekî kurd bi navê Hesen Ebdulbaqî ku ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, dema ku dixwest ji ser Cezayîrê bi rêya deryayê biçe Îspanyayê bi noqbûna belemê re can da.
Li gorî zanyariyan ji bilî Hesen Ebdulbaqî 3 rêwiyên din di wê belema ku 41 kes tê de bûn de xeniqîne.
Penaberê Kurd Hesen Ebdulbaqî sala 2009an derbasî welatê Cezayîrê bûbû û li wir zewicî bû ku kurekî wî jî hebû.