Pereyên genimê Silêmanî û Mexmûrê tê belavkirin
PeyamaKurd - Rêvebera Sayloya Silêmaniyê Nesrîn Ehmed îro Yekşemê (18ê Cotmeha 2026an) ragihand ku îro pereyê genimê sala 2025an li ser 223 cotkaran tê belavkirin û bi vê yekê re tevaya mafên darayî yên cotkaran ji bo sala 2025an digihîje dawiyê.
Bi tevahî 4 milyar û 602 milyon dînar ku ji bo zêdetirî 157 hezar tonên genim hatine veqetandin, bi ser cotkaran de tên dabeşkirin.
Rêveberiyê destnîşan kir ku cotkar divê bi xwe an jî bi rêya wekaletnameyeke qanûnî û nûkirî ligel karta nîştimanî serdana beşa jimêryariyê bikin.
Ji aliyekî din ve, Sayloya Mexmûrê jî hişyariyek da cotkarên sînorê xwe ku îro ew dikarin ji bo wergirtina para pereyê genimên xwe serdana wan bikin, bi şertê ku ev qonax tenê cotkarên xwediyên kartên ji 1 heta 20 vedigire.
Dabînkirina van mafên darayî wekî pêngaveke girîng ji bo piştgiriya kerta çandiniyê û xurtkirina aboriya navxweyî tê dîtin da ku cotkar bikarin ji bo werzê nû yê çandiniyê amadekariyan bikin.