Perlementerê CHP ê Tarnrikulu çû seredana Demirtas
PeyamaKurd- Perlementerê CHP ê Sezgin Tanrıkulu çû bajarê Edirneyê û seredana serokê HDP ê yê berê Selahattin Demirtaş kir. Di pey hevdtinê de Tanrıkulu got ku kêfa Demirtaş gelek başe û di zîndanê de resmekî wî çêkiriye û weka yadîgar daye wî. Tanrıkulu weha got:
"Di 16 û 17 temmûz (tîrmeh) ê de darizandina wî heye. Di 18 ê êlûnê de li Strazbourgê li dadgeha mafê mirovan ya Awrûpayê li ber daîra mezin darizandina wî heye. Me behsa wan kir. Demirtaş berê jî di 7 ê êlûna 2018an de, bi sedema ku di Newroza 2013an de li Îstenbolê li Kızılçeşme axifî bû, hukum dabûnê û ev hukum ji aliyê dadgeha îstînadê ve hatibû tesdîqkirin.”
Tanrıkulu got ku heyeta dadgehê ya ku seroka CHP ê ya şaxa Îstenbolê Canan Kaftancıoğlu û Selahattin Demirtaş dadirizîne heman heyete û weha got:
“Piştî ceza dan Selahattin Demirtaş, yekser wê heyetê hilanîn û wan kirin heyeta dadgeha cezayê giran ya 37 an. Ev dadgeh gelek cezayên giran da akademîsyenan, parêzvanên rêxistina Çağdaş. Doza Sözcü ket heman dadgehê an ku xistin wê dadgehê. Doza Canan Kaftancıoğlu jî dan vê heyetê. Ew heyet piştî darizandineka ne adil û ne durist, îfadeyên ku diviya di çarçoveya îfadeyên azadiyê de bimînin, cezayê 4 sal û 8 mehan da û ev ceza li jorê hat tasdîqkirin. Ev ceza heya wê demê di dîrokoka wê xalê de cezayê herî zêde bû. Ew cezayê ku dan, bi sedema ku di bin 5 salî de bû, nedibû ku dosya here temyîzê û yekser hatibû tesdîqkirin. Endazyariyeka cezayekî weha kiribûn. Hem li Ankara di dageha cezayê giran de, ji 70-80 fezlekeyan tê darizandin. Temamên wan ew in ku axaftinê di parlementoyê de kiriye, ku li derve jî kiribû.”