TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêskêskara Kurd Sehyan Tehsîn li Amerîkayê hat xelatkirin

📅 13 mijdar 2019 15:54

PeyamaKurd - Pêşkêşkara Rûdawê, Şehyan Tehsîn ji ber bernameya xwe ya bi navê Berpirsiyar û bandora wê di çareserkirina bi dehan kêşeyên civaka Kurdistanê, ji aliyê Federasyona Navdewletî ya Medyayên Periyodîk (FIPP), li bajarê Las Vegas a Amerîkayê hate xelatkirin.

Rêveberê FIPPê James Hewes di dema pêşkêşkirina xelatê de ragihand Şehyan Tehsîn karekî gelek dahênerane kiriye.

— Rudaw English (@RudawEnglish) November 13, 2019

Ew xelata ku pêşkêşî rojnamevan Şehyan Tehsîn hatiye kirin, taybet e bi wan ciwanên dahêner ku bandora wan li ser civakê heye. Tehsîn ji ber wergirtina xelatê kêfxweşiyên xwe anîn zimên û û got:

“Xelat wek rêzgirtinek bû li bermaber wan kêysên ku di bernameya 'Berpirsiyar' de me behsa wan kiriye. Wergirtina vê xelatê jî ji bo min giring e û ji niha pê ve karê me li berpirsiyar girantir dike.”

Derbarê Şehyan Tehsîn de

Pêşkêşkar û rojnamevan Şehyan Tehsîn sala 1988an li bajarê duhokê ji dayik bûye. Ji sala 1999an ve dest bi pêşkêşkariya bernameya zarokan di kanala Kurdistan TV kiriye û herwiha berî Rûdawê, pêşkêşkara War TVyê jî bûye. Tehsîn ji sala 2015an ve li Rûdawê weke pêşkêşkar kar dike û beşdarî di çend xûlên rahênanên rojnamevaniyê kiriye.

Parve bike: