Kurdistan
Pêsmerge li Îtalyayê xelatê digire
PeyamaKurd - Şandeke Pêşmerge îro ji bo hevdîtinên bi berpirsên Îtalî re serdana Romayê kir.
Şanda Pêşmerge li gel berpirsên Îtalî civînek pêk anîn û di civînê de herdû alî li ser mijara rahênana hêzên Pêşmerge ji aliyê wî welatî ve axivîn.
Li gor nûçeya K24ê li Îtalyayê îro dê merasîmeke xelatdayînê ji bo Hêzên Pêşmerge bê lidarxistin. Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir ku wan bi berpirsên Îtalyayê re civîneke gelekî girîng pêk anîn.
Serbest Lezgîn li ser wê civînê got, “Me daxwaz ji Îtalyayê kir ku li ser alîkarî û rahênana bo hêzên Pêşmerge berdewam be. Em li ser rewşa Iraq û Kurdistanê jî axivîn. Berpirsên Îtalî jî diyar kirin ku ew girîngiyeke mezin didin têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re.”