TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmerge û Hevpeymanî li ser metirsiya DAISê civiyan

Admin S
Nivîskar
📅 13 mijdar 2018 15:33

Peyamakurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew  ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyên cuda yên Iraqê civiyane.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat gotin, li Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî civînek birêve çûye û di civînê de raporta beşan hatiye xwendin û bûyerên çend rojên li navçeyên cuda ên Iraqê rû dane hatine guftûgokirin.

Hat diyarkirin ku li gor raporatan, tevgera teroristên DAIŞê dest pê kiriye û di encamên kiryarên teroristî de bi dehan xelkê sivîl hatine kuştin û birîndar kirin ku ev jî bûye sedema dirustbûna nearamî û giriftan ji xelkê re û ziyan gihîştiye proseya dubare avakirina Iraqê. 

Parve bike: