TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêşmerge wesayîteke moşekavêj rûxand

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2026 18:46

PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ragihand ku wan li sînorê Xazirê wesayîteke moşekhavêj têk biriye,

Hate diyarkirin ku ew wesayît ya komên çekdarên piştevaniya Îranê dikin bûye û dixwestin bi rêya wê êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.

Li gorî zanyariyan, şeva borî Çarşemê 4ê Adarê, derdora saet 20:00ê şevê, komên milîsên Iraqî wesayîtek anîn nêzîkî sengerên Pêşmerge li mihwera Xazirê. Piştî avêtina moûşeka yekem ber bi bajarê Hewlêrê ve, cihê otomobîlê li quntara çiyayê Zertikê hat destnîşankirin.

Piştre jî ew wesayît bi gulebarana çeka Doşka ya Pêşmergeyên Kurdistanê bi temamî hat rûxandin.

Hate diyarkirin ku îro 5ê Adarê piştî nîvro hêzeke artêşa Iraqê gihîştiye cihê bûyerê û bermayiyên otomobîlê û moşekan veguhestine. 

Parve bike: