Kurdistan
Pêsmergeyê birîndarê êrîsa PKKê Hêrîs Cewher sehîd bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji wan 3 Pêşmergeyên birîndarên êrîşa PKKê ya li nehiya Çemankê ya navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê li nexweşxaneyê şehîd bû.
Hat zanîn ku navê Pêşmergeyê Şehîd bûye Hêrîş Cewher e û piştî êrîşa PKKê ya bombeyê bo nexweşxaneya Duhokê hatibû veguhestin.
Li gorî zanyariyên dawî Pêşmerge Hêrîş Cewher li nexweşxanê şehîd bûye û tedawiya herdu Pêşmergeyên din ên birîndar jî berdewam dike.