TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmergeyekî din ê birîndarê êrîsa DAISê sehîd bû

Admin L
Nivîskar
📅 30 mijdar 2021 17:29

PeyamaKurd – Pêşmergeyekî şeva borî di encama êrîşa DAIŞê ya li bendava Baweşasiwar birîndar bû, piştî çend saet li nexwaşxaneyê, şehîd bû.

Îro 30.11.2021ê yek ji Pêşmergeyên din ê birîndarê êrîşa DAIŞê ya şeva borî li bendava Baweşasiwar a Kifrî yê bi navê Yehya Adil, piştî çend saet li nexwaşxaneyê dihat dermankirin, li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Ew Pêşmergeyê şehîd, di sala 1989ê ji dayik bûye û bi şehadeta wî ve hejmara şehîdên êrîşa şeva borî ya rêxistina terorîst a DAIŞê gihîşt du şehîdan.

Parve bike: