TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pete Hegest tekezî li ser girîngiya rola Pêşmerge kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2026 19:32

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna navbera Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Şer ê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth de, nûnerê wezareta wan amade bûye û tê de tekezî li ser rola girîng a hêzên Pêşmergeyan, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di civîna navbera Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth de, Lîwa Rukn Mihemed Seîd wekî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bûye.

Hate diyarkirin ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê li ser tora civakî ya Xê piştî civînê tekez kiriye ku di qonaxa bê de, hêzên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê dê bibin hêzên serekî û bingehîn bo serkêşkirina şerê li dijî DAIŞê. Ev yek jî bi taybetî piştî bidawîbûna erkê fermî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî (OIR) li Iraqê tê destpêkirin.

Herwiha hate gotin ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê tekezî li ser rola hêzên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê mil bi milê artêşa Iraqê kiriye, ku ev jî nîşana berdewamiya baweriya Hevpeymanan bi şiyanên mirovî û serbazî yên hêzên Pêşmergeyan di rûbirûbûna terorê de ye.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) tekez kiriye ku bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di dawiya meha Îlona bê de (ku dikeve 30ê Îlona 2026ê) tê bicihanîn.

Parve bike: