Kurdistan
Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera sehîdên 13ê Hezîranê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera Şehîdên 13ê Hezîranê li Silêmaniyê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro sêzdehê Hezîranê bîst û pêncehemîn salvegera şehîdkirina heval û hevrêyên şehîd Xale Efan e li bajarê Silêmanî.
Salvegera Şehîd Xale Efan û şehîdên sêzdehê Hezîranê herdem bilind bê û tu demekî ji bîr nakin.
Hezaran silav li giyanê pakê Şehîd Xale Efan û şehîdên sêzdehê Hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiyê.