TR KU SO
FB X
Kurdistan

Peyama Serok Mesud Barzanî ya salvegera Jenosîda Êzidiyan

Admin H
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 11:24

PeyamaKurd - Serok Mesud Barzanî di salvegera 12emîn a Jenosîda Kurdên Êzidî û ferman a 3yê Tebaxa 2014an de peyamek belav kir û eşkere kir ku rewşa sepandî ya niha li Şengalê nayê qebûlkirin.

Barzanî bal kişand ser vê yekê ku Êzidî ji ber kurdbûn û baweriya xwe bûn hedefa terorîstên DAÎŞê û anî zimên ku efsaneya DAÎŞê bi berxwedana lehengî ya pêşmergeyan li Şengalê hat hilweşandin.

Barzanî ji bo berxwedana gelê Kurdistanê û piştgiriya Hêzên Hevpeyman spasiya xwe diyar kir.

Serok Barzanî destnîşan kir ku divê Kurdên Êzidî bi awayekî bi rûmet vegere ser axa bav û kalên xwe û zirarên wan bên qerebukirin.

Parve bike: