TR KU SO
FB X
Kurdistan

Peymana destûra projeya sûnwariyê hat îmzekirin

Admin L
Nivîskar
📅 05 mijdar 2021 15:31

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran a Herêma Kurdistanê diyar kir; merasîma îmzekirina peymana destûra projeya şûnwariyê, ji bo pîvandina devera Qeredax û kolandina şûnwarên li her du Girê Ban Qela û Girê Newt birêve çû.

Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran da zanîn; peyman di navbera Rêveberiya Şûnwaran a Silêmaniyê û Muzexaneya Netewî ya Hunerî ya Asyayê ya li Amerîkayê de hat îmzekirin.

Herwiha hat ragihandin, merasîma îmzekirinê bi amadebûna Nûnerê Muzexaneya Netewî ya Hunerî ya Asyayê ya li Amerîkayê û Rêveberê Giştî yê Şûnwaran ê Silmaniyê ve birêve çû.

Parve bike: