Kurdistan
Pîre: Ji bo çareserkirina kêseyan karkirina PDK û YNKê pêwîstiyek e
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ragihand ku ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîstiyek e ku PDK û YNK bi hev re kar bikin.
Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, îro 11ê Nîsanê ragihand, tekane rê li ber PDK û YNKê bihevre karkirin e û divê herdu alî bigihin qenaetê û hevşêweya dezgeha hilbijartinan a herdu partiyan, rûnin û kêşeyên serbazî, ewlehî, siyasî û aborî gotûbêj bikin.
Li ser rêkeftina 4ê Nîsanê ya navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî Seidî Pîre got ku her mijareke di berjewendiya miletê de be, serkeftin e.