Piştî êrîşa Serê Kaniyê 13 kes hatin girtin: Plana vegerê berdewam e
PeyamaKurd - Alîkarê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ragihand ku ji ber bûyer û êrîşên li bajarê Serê Kaniyê qewimîne ango piştî êrîşa çekdaran a ser koçberên vegeriyayî, 13 kes hatine girtin û lêgerîna li gumanbarên din berdewam dike.
Hîlalî destnîşan kir ku dewletê ji bo vegera koçberan planeke bi qonax amade kiribû û qonaxa yekem bi vegera zêdetirî 400 malbatan bi awayekî birêxistin û ewle pêk hatibû. Lê belê, gava hin welatiyan bi awayekî takekesî û bêyî kordîneya pêşwext berê xwe dan nav bajêr, komên derqanûnî ji bo derxistina tevliheviyê ev rewş bi kar anîn û êrîşî welatî û saziyên hikûmetê kirin.
Hîlalî anî ziman ku hêzên ewlehiyê yekser midaxele kirine, li deverên aloz hebûna xwe zêde kirine û niha rewş li herêmê aram e.
Alîkarê Parêzgar tekez kir ku hemû kesên hatine girtin dê radestî dadgehê bên kirin û bal kişand ser ku ev alozî nabin asteng di riya bernameya vegera koçberan de.
Hîlalî da zanîn ku mafê vegera her koçberî parastî ye û piştî temamkirina tedbîrên ewlehiyê dê qonaxên nû yên bernameya vegerê werin ragihandin.