TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pîstî meha Remezanê perwerde û rahênanên Pêsmerge car din destpê dike

📅 05 gulan 2020 15:55

PeyamaKurd - Berpirsekî wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir, piştî temambûna meha Remezanê hêzên hevpeyman dest bi perwerde û rahênanên hêzên Pêşmerge dikin.

Rêveberê Ragehandin û Rewşenbîriyê li Wezareta Pêşmerge Babekir Feqê got ji ber vîrusa koronayê û wek xweparastinek jê, hêzên hevpeyman hemû cure rahênan û perwerdeyên Pêşmerge rawestandibûn.

Babekir got, “Niha rewş ber bi asayîbûnê ve diçe, di civîneke wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman de biryar hat dayîn, piştî temambûna meha Remezanê û cejnê, hevpeyman dest bi perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge dikin, ku vê carê zêdetir giringî bi mijara teqemenî û helgirtina mayînan dê bê dayîn, herwaha wane û dersên hişyariyên tenduristiyê û hizra niştimanî û netewî jî dê bê dayîn.’’

Herwiha wî got, bernameya wezareta Pêşmerge û hevpeymanan ew e ku ew perwerde û rahênan bi çend qonaxan ji temamê hêzên Pêşmerge re bê dayîn.

Parve bike: