TR KU SO
FB X
Kurdistan

PJAK ji bo kongreya Londonê ji nû ve hate vexwendin

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 11:57

PeyamaKurd - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku piştî derxistina navê wan ji bernameya "Kongreya Azadiya Îranê" ku ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ve li Londonê tê darxistin, ew ji nû ve hatine vexwendin.

Endamê Konseya Serokatiya PJAKê Rîwar Avdanan gotiye ku di destpêkê de navê wan bêyî hincet ji bernameyê hatibû derxistin, lê piştî hewildanên Komîteya Kordînasyonê ya Kongreyê û guftûgoyên kûr ev biryar hatiye guhertin.

PJAKê destnîşan kir ku ew ê bi daxuyaniyekê beşdarî rûniştinên kongreyê bibin û spasiya hemû kesayet û hêzên ku ji bo parastina pîvanên demokratîk hewl dane, kir.

Hêjayî gotinê ye, Kongreya Azadiya Îranê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, di 28-29ê Adarê de bi armanca nîqaşkirina pêşeroja Îranê civîna xwe ya du rojan li dar dixe.

Parve bike: