TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKK: 2 servanên PJAKê li Pêncwênê bi destê hêzên Îranê hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2021 18:46

PeyamaKurd - Li bajarokê Pêncwên ê parêzgeha Silêmaniyê du şervanên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), ku baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ye hatin kuştin.

PJAK a baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî pêwendiyên bihêz e ligel Îranê ragihandiye, 4ê Sibatê du çekdarên wan li devera Şilêr ya bajarokê Pêncwên yê Herêma Kurdistanê bi rengekî hovane û ji aliyê “peyayên Îranê” ve hatine kuştin.

Hat eşkerekirin ku navê yek ji wan şervanên hatine kuştin, Ako Fethî xelkê bajarokê Kamyaran li parêzgeha Sine û navê yê din jî Mehdî Rizayî xelkê bajarê Kirmaşanê ye.

Parve bike: