Kurdistan
PKK bi tevahî ji Singalê derket!
PKKê daxuyaniyek da û got ku wan hemî hêzên xwe ji Şingalê vekişandine.
Endamê HPGê Egîd Kelar ji ANFê re axivî û wiha got: “PKKê hêzên xwe yên dawî jî ji Şingalê vekişandin. PKK ji Şingalê derket û herêm teslîmî Heşdî Şe’bî û hêzên Iraqê kirin. Ji bo ku Tirkiye bi hinceta PKKê destê xwe dirêjî Şingalê neke, PKKê hêzên xwe ji Şingalê vekişandin.
Wekî ku tê zanîn ev demek e dirêj e ku Tirkiye dibêje li herêma Şingalê PKK heye û ev ji bo me talûke ye. Ji ber vê yekê jî divê em operasyonekê li ser Şingalê bikin.