PKK: “Emê ser gur bikin”
PeyamaKurd - Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ragihand, ku ew dê di sala 2018an de şerê li hember Tirkiyê gur bikin.
Li gor nûçeya ajanseke nêzikê PKKyê, Murat Karayilan eşkere dike ku ew dê di sala 2018an de şerê li hemerTirkiyeyê gur bikin. Ew êdî bi rê û rêbazên berê naxwazin şer bikin.
Murat Karayilan destnîşan kir, ku ew dixwazin şerê xwe bi kadirên profesyonel, perwerdekirî û pispor bikin. Di encamê de ew dê zora Tirkiyeyê bibin.
Karayilan di derbarê hilbijartinên pêşwext de jî îfade kir, ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî ji ber tirsên xwe biryara hilbijartina pêşwext dane. Hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê dixwazin desthilatdariya Tirkiyeyê bi darê zorê bidest bixin lê sernakevin.