TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘PKK gavên bas ên yekrêziya bo Rojavayê Kurdistanê provoke dike’

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2020 00:02

PeyamaKurd – Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Rojhat Amedî di beyaneke xwe ya bo K24ê de, li ser êrîş û kiryarên PKKê yên vê dawiyê dibêje, "mixabin PKKê dev ji wê hizra xwe ya destwerdana pêşketinên Başûrê Kurdistanê bernedaye' û diyar dike, “Dixwazin li Rojava û Başûr dilê Kurdistanê rawestînin.”

Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê da zanîn ku tevî destwerdanên PKKê jî di nav 5-6 mehên dawî de aliyên Rojavayê Kurdistanê gavên baş di warê yekrêziyê de avêtine û encamên xweş derxistine holê.

Amedî got, “Lê belê mixabin PKK van encamên baş provoke dike. Niha pêşketin li Rojava û Başûrê Kurdistanê hene. Kurd bi giştî li Başûr û Rojava bipêşve diçin. Dilê gelê Kurd li Başûr û Rojava lêdide. Ji ber vê yên ku naxwazin ev pêşketin çêbin, dixwazin dilê Kurdistanê rawestînin. Mesele ev e.”

Parve bike: