'PKK zêdetirî 1 milyar Dînar baca bi zorê ji xelkê devera Pênciwênê distîne'
PeyamaKurd - Li sînorê bajarokê Pênciwênê PKK bacê ji karker û xelkê navçeyê distîne ku welatiyekê xelkê vê deverê yê bac daye dibêje, ew gelekî ji PKKê nîgeran û aciz in, lê newêrin bi eşkere li pêş kamereyê biaxivin.
Li gorî nûçeya K24ê peyamnêran xwestiye bi welatiyan re li ser mijara bi zorê standina bacê ji xelkê deverê ji aliyê PKKê ve biaxivin, lê wan gotiye ew newêrin li pêş kamereyê biaxivin.
Xelk balê dikişîne ser ku PKK bi vî karî zilmekê li welatiyên vê deverê dike.
Xelkê gundên sînorî bi giştî ji hebûn û çalakîya çekdarên PKKê nerazî ne, ji ber ku rojane ji bo derbaskirina her kelûpelekî di vê deriyê sînorî yê nefermî de, gelek bac ji wan distînin.
Di tomareke dengî de, welatiyek dixwaze barekî hawirdeyî Herêma Kurdistanê bike, bi fermandarekî PKK'ê re diaxive û ew fermandar awayê dana bacê jê re nîşan dide.
Gundî ji hebûna çekdarên PKKê li qezaya Pênciwênê dilgiran in. Ew kesên ku pêwendî bi wan re hatine kirine texmîn dikin ku dahata PKKê ji wergirtina bacê ji welatiyan, mehane ji yek milyar Dînarî zêdetir e.