TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKKê berpirsiya êrîsên Sirnex û Batmanê li xwe girt

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2021 22:01

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPG berpirsiya her du êrîşên şeva borî yên bi dronan bi ser bingehên leşkerî yên li bajarên Şirnex û Batmanê li xwe girt.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser êrîşên şeva borî daxuyanî da û êrîşa bi dronan ya li ser baregeha balafirên bêmirov a li balafirgeha Batmanê û dîsa êrîşa bi dronan a li ser xaleke leşkerî ya li Şirnexê li xwe girt.

HPGê ragihandiye ku ew êrîş bi awayekî serkeftî hatine encamdan.

Piştî wan êrîşan Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku êrîşên li her du bajaran hatine pûçkirin û ti ziyaneke canî û madî çênebûye.

Parve bike: