TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKKê êrîsî ser xaleke Pêsmerge kir

Admin L
Nivîskar
📅 06 gulan 2021 13:59

PeyamaKurd – PKKê li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kir.

Li gor Fermandarê Fermandariya Helgurd Behram Erîf Yasîn diyar kir, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.

Herwiha da zanîn, hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û tu ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.

Behram Erîf Yasîn destnîşan kir: "PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê bigire"

Parve bike: