Kurdistan
'PKKê hêzek li Germiyanê bicih kir û ew hêz rêgiriyê li xelkê dike'
PeyamaKurd - Tê ragihandin ku Partiya Karkerên Kurdistanê hejmarek çekdarên xwe li sînorê Germiyanê kom dike û cilûbergên zêrevanên sînor li xwe dikin.
Li gor nûçeya BasNewsê zêdetir ji 100 çekdarên PKKê li navçeya Xornewezan a sînorê bajarokê Xurmatû ya devera Germiyanê hatine bicihkirin û heta niha nayê zanîn armanca wê hêzê çiye?
Berpirsê navçeya Kifrî yê PDKê Sebah Mihemed li ser mijarê got, ‘’100 bo 200 kes dibin û cilûbergên zêrevanên sînor li ber wan e.’’
Sebah Mihemed da zanîn, dawiya heftiya borî wê hêzê rêgirî li hindek xelkê kirine.