TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKKê li Rewanrdizê 2 xort revandin: Aqûbeta wan ne diyar e

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2020 20:16

PeyamaKurd - Li gundên Bokrîskan û Pirdeşal ên bajarokê Wertê yê navçeya Riwandizê, PKKê du xort revandine ku berpirsên PKKê li ser sedema wê ti bersiv nedane malbatên wan.

Rêveberê Bajarokê Wertê Muslîh Zirar ji K24ê re ragihandiye ku roja duşemê 16ê Mijdara 2020an, hêzên PKKê xortekî bi navê Qareman Ebdullah Sofî ku niştecihê gundê Bokrîskan e, desteser kiriye û îro jî xortekî din bi navê Tiwana Hacî Sofî ji gundê Pirdeşal desteser kiriye ku karmendê Şaredariya Wertê ye û pismamê desteserkiriyê doh e.

Muslîh Zirar daye zanîn ku Malbata Qareman çûye cem berpirsên PKKê, lê ti bersiv nedane.

Zirar gotiye: “Weke îdareya deverê, peywendiya me ya fermî û rasterast bi PKKê re tine ye, lê bi rêya peywendiyên civakî em li pey van cûre dosyeyan diçin û em dilgiran in ji reftarên PKKê, ku bi hincetên cûr bi cûr xelkê deverê diêşînin û tûşî serêşiyê dikin.”

Gundên Bokrîskan û Pirdeşal ji aliyê îdarî ve girêdayî navçeya Riwandiz in, lê ji ber hebûna baregehên wan, ji aliyê ewlehiyê ve PKK li wir serdest e.

Beriya niha jî gelek caran niştecihên wan deveran bi sedemên cuda ji aliyê PKKê ve hatine desteserkirin ku li aliyê din jî ji ber hebûna PKKê artêşa Tirkiyê gundên deverê gelek caran bombebaran kirine û zirarên canî û madî gihiştine xelkê deverê.

Parve bike: