TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKKê Pêsmergeyek birîndar kir û revand

Admin H
Nivîskar
📅 05 îlon 2019 17:20

PeyamaKurd – Çekdarên PKKê li nehiya Şîladizê ya Duhokê Pêşmergeyek birîndar kir û piştre jî ew revandin.

Birayê Pêşmerge Şukrî Elî revandin û birîndarkirina birayê xwe Şekîp Elî ji medya Kurdistanê re piştrast kir û got, PKKiyan birayê wî Pêşmerge Şekîb Elî bi guleya Klaşînkofê birîndar kir û piştre jî ew revand.

Li gor nûçeya K24ê Şukrî Elî diyar kir ku birayê wî bi armanca melevanîkirinê li ava geliyê Balind serdana wê navçê kiribû û li gundê Koçkisîte jî gerîlayên PKKê êrîşî wî kir û ew bi birîndarî revand.

Malbata Pêşmerge Şekîb Elî ji bo anîna kurê xwe serdana binkeyên PKKê kirine, lê berpirsên PKKê red kirine ku wî azad bikin û ji wan re gotine ew birîndar e û heta lêkolînê bi wî re nekin, wî azad nakin.

Pêşmerge Şekîb Elî 38 salî ye û bavê 4 zarokan e ku wek pasewanê Konsulxaneya Giştî ya Bulgaryayê li Hewlêrê Pêşmergetiyê dike.

Parve bike: