Platforma Sivîl a Sûriyê li Hewlêrê dicive
PeyamaKurd - Şaxê Kurdistanê yê Platforma Sivîl a Sûriyê ku bi navê Platforma Kurdistanê tê naskirin, amadekariyên xwe bo civîneke berfireh li bajarê Hewlêrê dike.Di civînê de, dê rêxistinên civaka sivîl, çalakvan û medyakarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bibin.
Platforma Kurdistanê dê di vê civîna xwe de, derbarê pêşeroja Sûriyê û hemerengiya li wî welatî, pêşniyarên hemû aliyên sivîl kom bike û di çarçoveya projeyekê de pêşkêşî şandên navdewletî û odeya civaka sivîl a Netewên Yekbûyî bike.
15 şaxên Platforma Sivîl a Sûriyê li welatên cîran û di nav Sûriyê de hene, bi berdewamî pêşniyarên xwe pêşkêşî Netewên Yekbûyê û Şanderê Taybet ê NY yê bo Sûriyê dikin.
Endama Platforma Kurdistanê ya Civaka Sivîl a Sûriyê, Seronaz Îbrahîm ragihand, ji bo beşdarbûna di civînê de, gelek endamên platfromê yên şaxa Kurdistanê, ji Silêmanî û Duhokê hatine Hewlêrê.
Seronaz Îbrahîm got, civîna wan di derbarê rêvebirina pêkhateyên pir alî de ye û armanca wan jî ew e, ku em vê mijarê gotûbêj bikin û deng û nerîna xwe bigihînin aliyên têkildarî û bi taybet Netewên Yekbûyî.