Kurdistan
Polîs operasyon kir ser avahiya HDP a Diyarbekirê
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê polîs bo ser avahiya HDP ê operasyon kir û 7 kesan xiste bin çav. Dema polîs kete avahiyê deriyê avahiyê ji hundir de hatibû miftekirin. Polîs derî şikand û ket hundir. Her çendîn parlementer xwestin ber li wan bigrin jî nikaribûn.
Çend roj berê li avahiyê 10 kes ketibûn greva birçîbûnê bo piştgiriya Leyla Guven. Polîs ji wana 7 kesan girt û xiste bin çav. 7 kes hatin birin bo avahiya asayîşê ya Diyarbekirê.