TR KU SO
FB X
Kurdistan

Polîtbûroya YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe hat erkdarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2021 22:29

PeyamaKurd – Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) doh 6ê Mijdarê li Silêmaniyê civiya. Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de encamên hilbijartinan û rewşa navxweyî ya YNKê hatiye gotûbêjkirin.

Êvara roja Şemiyê bi serokayetîya Bafil Talebanî, Polîtbûroya YNKê li hola civînên polîtbûroyê ya bajarê Silêmanî civiya û di civînê de behsa rewşa Iraqê û Bexdayê, pirsa gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pesendkirina encama hilbijartina parlementoya Iraqê hate kirin. 

Herwiha di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartin û destûra gelpesendiya Kurdistanê û rewşa navxweyî ya hizbê jî hatiye gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku polîtbûroya YNKê ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe hatiye erkdarkirin.

Parve bike: