TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pomepo: Amerîka pistgiriyê dide kabîneya ku Kazimî ava bike

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 23:16

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Amerîka pêşwaziyê li raspartina Mustefa Kazimî bo serokwezîrtiya hikûmeta nû ya Iraqê dike.

Pompeo piştgiriya Amerîkayê bo kabîneya hikûmeta ku Mustefa Kazimî ava bike nîşan da û got, “Di raspartina Kazimî de hevdengîya siyasî ya aliyan heye.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih 9ê Nîsanê Mustefa Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê, herêma Kurdistanê jî piştgirîya xwe bo Kazimî nîşan dabû.

Parve bike: