Pompeo: Dê herêma tampon hem ji bo Kurdan be hem jî…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ragihand ku hevdîtinên Woshingtonê yên derbarê avakirina hêrema tampon a li Sûriyê de, berdewam dikin.
Pompeo got, “Em hem dixwazin jê piştrast bibin, ewlekariya gelên hevkarên me yên şerê dijî DAIŞê kirine werin parastin, hem jî jê piştrast bibin ku terorîstên ji Sûriyê êrîşî Tirkiyê nekin.”
Pompeo diyar kir ew ji bo hemû aliyan sînorekî bi ewle dixwazin û da zanîn, Amerîka li ser herêma bi ewle bi hemû aliyan re hevdîtinan dike û got, “Heger em sazkariyeke baş pêk bînin, dê herêma ewle ji bo hemû kesên li herêmê tiştekî baş be.”
Wezîrê Amerîkî herwiha bal kişand ser bangewaziya Trump a derbarê avakirina herêmeke tampon di navbera Tirkan û Hêzên Kurd de û destnîşan kir, hevdîtinên bi Enqerê re li gorî vê mebestê berdewam dikin.