TR KU SO
FB X
Kurdistan

Prens Charlesê 71 salî bi vîrusa korona ket

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2020 19:48

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku mîrzayê Îngilistanê Prens Charles jî bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketiye û encamên pişkinîna wî pozîtîv derketine.

Prens Charles ku kurê Qralîçeya Îngilistanê Elizabeth e û di cîhgirtina mûrayetiyê de di rêza yekem de ye.

Li gor ragihandinê nexweşiya korona Prens Charles ê 71 salî ne gelek giran e û rewşa wî ya tenduristî bi awayekî giştî baş e.

Lê encamên pişkîninan ên hevjîna Charles, Camilla Parker Bowles negatîv derketin e ango ew bi nexweşiya korona neketiye.

Parve bike: