Kurdistan
Proseya dengdanê ya li Kerkûkê û parêzgehên Iraqê bidawî bû
PeyamaKurd – Proseya dengdanê ya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û deverên Kurdistanî li demjimêr 18:00 bidawî bû û sindoq hatin girtin.
Dengdana hilbijartinên 14 parêzgehên Iraqê û Kerkûkê ku ji sala 2005an ve nehatibû kirin, îro 18ê Kanûna 2023yan di navbera demjimêrên 7:00 û 18:00 de birêve çûn.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, bidawîbûna proseya dengdanê ragihand ku li 15 parêzgehan ji bo 285 kursiyan hilbijartin hat kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanê beşdariyeke xurt bo hilbijartinê hebûye.
Tê çaverêkirin encamên destpêkî yên hilbijartinan piştî girtina sindoqan bi 24 demjimêran werin eşkere kirin.