TR KU SO
FB X
Kurdistan

Protokola Covid-19 | Serokomara Slokvakya bi maske û lepikan bawerî da hikûmetê

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2020 19:15

PeyamaKurd - Hikumeta nû ya welatê Slovakya ya bi Serokwezîriya Igor Matovic, bi maske û lepikan bawerî ji Serokomara Slovakya Zuzana Caputova wergirt.

Serokwezîrê nû yê Slovakya Igor Matovic, hikumeta xwe bi Serokomara Slovakyayê Zuzana Čaputová nasand û piştî sondxwarinê dest bi erkê xwe kir.

Ji ber vîrusa koronayê cara yekem di dîrokê de hemû endamên kabîneyê bi maske û lepikan xwe dan naskirin.

Li Slovakyayê heta niha 178 tûşbûyên covid19 hene û hîn ti mirinek nehatiye ragihandin.

Parve bike: