TR KU SO
FB X
Kurdistan

PYD nehist PYK-S baregeha Qamîslo veke

Admin M
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2019 19:07

PeyamaKurd- PYD li biryara xwe poşman bû. PYD ragihandibû partiyên ku bixwazin baregehên xwe vekin, bi serbestî dikarin vekin. Ragihandin ji aliyê KNK ê ve hatibû dayîn. Li ser vê biryarê PYK-S (Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriyê) xwest baregeha xwe ya li Qamîloyê veke lê PYD nehişt. Partiya Yekîtî endamê ENKS ye û serokê wê yê berê Îbrahîm Biro bo demeka dirêj serokatiya ENKS ê kiribû.

PYK-S bo çapemeniyê ragihand ku PYD nehiştiye baregeha xwe ya li Qamîşloyê vekin. Di dema hewldana vekirina şaxa Qamîşlo de, PYD ji wan re gotiye ku ew xaînin wê nehêlin ku baregehê vekin.

Parve bike: